Satış

Geliyê Zilan

9

15,00TL

7,50TL

  • Vergiler Hariç: 7,50TL

Li zozanên herêma Serhadê, ev mehek bû ku gerîlla ji stargehên xwe derketibûn. Bi hatina biharê re ketibûn nava şerekî germ û dijwar. Kifş dibû, dê ev sal ji bona her du milan jî bûbûya sala şerên dijwar û bi keys… Li herêmê her tim navê gerîlayê ku Memê Jîr bû, li pêş û bi nav û deng bû. Behsa wî û şerên wî dikirin. Lê kesî/ê zû bi zû ew nedidîtin. Heke bidîtana jî, negengaz bû ku nasbikirana. Lê qala cengawerî û şerê wî timî, dikirin. Saloxdariya wî didan. Wî timî bi kefiyeke leşkerî ve serçavê xwe dipêça… Her wiha kefî bûbû rûpoşa rûyê wî. Kê ew bidîta jê saw digirt. Lê belê nedizanîn ku ew Mem e. Li gundên derdor, li qereqolên nêz an jî dûr, heta bêje li bajêr, çawa çaliykiyeke gerîlayan çêdibû, mirovên herêmê digotin:

-Bibe nebe ev yekîneya cengawer Mem e. Dîsa çalekiyan dikine û qereqolan radikin. Dîsa  yekîneya Mem e, dûxan lê rakiriye. Hetmen ew e, agir li ser pişta dijmin dadaye. 

Mem li herêmê, ji bo gel bûbû efsane. Bûbû mêrxas û egît. Ligel jî, ji bo neyarê xwe bûbû tirs û xof, di dilê wan de. Hêj du roj beriya wê bû. Yekîneya Mem bi ser qereqolekî de girtibûn. Derbeyên giran li wan dabûn. Leşkerên ku sax mabûn, mirî û birîndarên xwe hiştibûn û reviyabûn. Gelek kuştî û birîndarên wan jî çêbûbûn. Ew jî bêyî ku windahiyan bidin, vekişiyabûn baregeha xwe. Ew du roj bûn, li ser şikêrên çiyayên bilind bi dûrbînê ve, venêrîna hawirê dikir.


Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi